Lêrûniştin/ Bicîhkirin

Lêrûniştin/ Bicîhkirin

Kesên ku niha di proseya penaberiyê de ne (Asylverfahren) an jî ji wan re destûra rûniştinê (Duldung) hatiye dayîn, girêdayî hin şert û mercan e ku girêdayî bi erka rûniştinê (Residenzpflicht) an jî hewcedariya rûniştinê (Wohnsitzauflage) ne.

Residenzpflicht diyar dike ku hûn nikarin ji cihekî diyar derkevin. Ji ber vê yekê, ev yek tê wateya astengiya cîh. (Digel hewcedariya lêrûniştinê, hûn girêdayî cihekî taybet an jî girêdayî xaniyek diyar ê hevpar in ku ji bo veguhestina cih, destûr nayê dayîn.

Wohnsitzauflage diyar dike ku divê hûn li eyaleteke federal a diyar bijîn. Heke hûn bixwazin cihê xwe bar bikin herin eyaleteke din an jî navçeyeke din, divê hûn serîlêdanê bikin.

Birêkûpêkkirina ji bo rûniştinê, cihê lêrûniştinê û veguhestinê, carinan pir tevlihev in. Di malzemeya alîkariyê ya kar a tora IvAF a Thuringen BLEIBdranê de, sê peyv; mukelefiya lêrûniştinê, hewcedariya lêrûniştinê û rêziknameya lêrûniştinê bi hûrgilî hatiye lêkolînkirin û ji bo barkirinê divê kîjan şert bêne bicîhkirin, hatiye ravekirin. Her weha hûn dikarin di materyalê alîkariya kar de şablonên forma serîlêdanê yên cihêreng bibînin.

Der barê mijarê de, lînka jêr bitikînin;

https://www.ibs-thueringen.de/wp-content/uploads/2020/05/Residenzpflicht_Wohnsitzauflage_Wohnsitzregelung.pdf