Wergera/Tercumeya bi Devkî - Navbeynkariya Ziman û Entegrasyonê

Wergera/Tercumeya bi Devkî - Navbeynkariya Ziman û Entegrasyonê

Hatina welatekî nû, gelemperî ji ber astengiya ziman zehmet e. Ji ber vê yekê, tevî kursên ziman; xizmetên wergêrê, navbeynkariya ziman û entegrasyonê jî xwedî rolên girîng in.

SprIntpool

Xizmeta Ziman û Entegrasyonê ya li Thuringenê (SprIntpool Thuringen) ajansên ziman û entegrasyonê yên bikalîte (bi kurtî: SprInt) ji bo karên perwerdehiyê, tenduristî, xizmet û karûbarên civakî tên erkdarîkirin.

SprInt, der barê mijarê de, wergera bi şêwazekî xurt û bikêrhatî pêşkêş dike û ji hemû beşdarvanan re dibe alîkar ku di mijarên civakî-çandî de di der barê şaşfêmkirinê, daku çewtî çênebin, ji bo hemû beşdarvanan û her weha ji bo xebatkarên civakî re jî dibe alîkar.

Daxwazên tercumanî/wergera ji SprIntê, dikarin bi rêka têlefonê, e-mail an jî bi faksê werin kirin. Karûbarên tercumaniyê, bi pere ye, lê di bin hin şert û mercan de ji hêla Ofîs û Saziyên Hikûmetê yên fermî ve tê dabînkirin.

• Têkilî û agahdarî bi Karûbarê Navbeynkar re

• Di der barê hevdîtina SprIntê re, nirxandinek kurt

Karûbarê Navbeynkariyê û Perwerdehiya SprInt, ji hêla Hikûmeta Eyaletê a Thuringenê ve tê fînansekirin.

Landesprogramm Dolmetschen

Bi rêya Bernameya Tercume/Wergera Devkî a Eyaletê, piştî qeydkirinê, li Thuringenê, ji bo penaber û koçberên nûhatî, hin aktor û sazî û rêxistin, dikarin xizmetên wergera vîdyoyî û dengî bikin. Her weha koçber û penaberên nûhatî, ji bo sûdê ji van xizmetan bigirin, dikarin rezervasyonê bikin.

• Ji bo qeydê û der barê sûdwergirtina xizmetê agahî