Piştgirî/Pira Perwerdehiya Pîşeyî

Piştgirî/Pira Perwerdehiya Pîşeyî

Alîkariya perwerdehiya pîşeyî (BAB), piştgiriya dewletê ye û ji bo kesên diçin kursa perwerdehiya pîşeyî û ew kesên ku diçin vê kursa perwerdehiya pîşeyî yên ku li mala dê û bavê xwe namînin, tê dayîn. Ji ber ku alîkariya perwerdehiyê pirî caran têrî debarkirinê nake, lewma kesên perwerdehiya pîşeyî dibînin, bi rêka BABê ev alîkarî tê dayîn.

Ji bo agahiyên der barê BABê, lînka jêr bitikînin; https://www.arbeitsagentur.de/bildung/ausbildung/berufsausbildungsbeihilfe-bab

Perwerdehiya bi Piştgirî (AsA) pireke piştgiriyê ye ku di dema perwerdehiya pîşeyî de ji hêla Saziya Kardîtinê a Federal (BA) ve tê pêşkêşkirin. Ev pira piştgiriyê niha di SGB III de di bin navê "AsA flex" de ji bo domandina qanûnî û beriya "Alîkariyên Perwerdehiya Pîşeyî (abH)" ya berê re bi domdarî kirin yek. Her weha qedexeyên berê yên wekî; temen, yên ji bo kesên ku zehmetiyên hînbûnê dikşînin û kesên di warê civakî de astengdar in jî hatin rakirin.

Ji bo hemû ciwanên ku nikarin dest bi perwerdehiya pîşeyî ya bêalîkarî bikin, berdewam bikin an jî bi serkeftî xilas bikin, bi vî awayî dikare piştgirî were dayîn.

Ji ber vê yekê, armancên perwerdehiya pîşeyî ya piştgiriyê ev in:

1. Ji bo destpêkirina perwerdehiya pîşeyî û 2. Ji bo qedandina destpêkirina perwerdehiya pîşeyî ya sazî. Ji bo van ciwanên ku beriya perwerdehiya pîşeyî û di dema perwerdehiya pîşeyî de pêdiviya wan bi alîkariyê hebe, ev alîkarî tê dayîn.

Ji bo beşdervanan, ji aliyê kes û saziyê ve hevalek alîkar ê perwerdehiyê tê tayînkirin. Ev kes ji bo alîkariya peydakirina cihekî perwerdehiya pîşeyî, ji bo ku kar bibîne, li ser mijara kar dibe alîkar. Her weha ev hevalê (Ausbildungsbegleiter) ji bilî alîkariyên jor hatine diyarkirin, alîkariya kêmasiyên ziman, kêmasiyên li ser mijara teorîk û zanînên jêhatîbûnê dibe alîkar.

Her weha şîrket jî li gorî hewcedariyên xwe bi rêka perwerdekarê peydeker li daîreyên perwerdehiyê dikarin bibin alîkar.

Hemî agahdarî û dîrektîfên teknîkî yên li ser daxwazên pejirandinê, dê çawa werin piştgirîkirin û çawa serî lê were dayîn, li ser malpera saziya Kardîtinê, heye.

Dîrektîfên teknîkî, Perwerdehiya bi Piştgirî, (AsA flex) Pirtûka Sêyemîn a Qanûnî a Ewlehiya Civakî– SGB III §§ 74 – 75a SGB III: https://www.arbeitsagentur.de/datei/57-74-75-75a-sgiii_ba146639.pdf#page=3&zoom=auto,-158,759

NETZWERK Unternehmen integrieren Flüchtlinge e.V., ji bo fersendên alîkariya kar û perwerdehiyê, platformek online a agahdariyê hatiye amadekirin. Ji bo agahdariyan lînka jêr bitikînin;

https://www.unternehmen-integrieren-fluechtlinge.de/aktiv-werden/klickpfad-foerdermoeglichkeit/