Asta Têketinê a Biwesf/Bikalîte/Kalîfîkasyon (EQ- Einstiegsaualifizierung)

Asta Têketinê a Biwesf/Bikalîte/Kalîfîkasyon (EQ- Einstiegsaualifizierung)

Asta têketinê a biwesf/bikalîte (EQ), di şîrketekê de, stajeke demdirêj a bi pere ye. Ev staj di navbera şeş (6) û duwanzdeh (12) mehan e.

EQ, gelemperî ji bo amadekariya perwerdehiya pîşeyî tê kirin. Di EQ de, xwendekarên pîşeyî ji bo siberojê bi naveroka perwerdehiyê û jiyana xebata rojane bi rengekî armanckirî tê ravekirin. Ji ber vê yekê, EQ, bi taybetî ji bo kesên ku hîna hewcedariyên wan ji bo perwerdehiyek pîşeyî ya bêkêmasî tune ye an jî ji bo kesên ku hewcedariyên wan ên piştevaniya kesane ya taybetî hene, ev xizmet tê dayîn.

Wekî şîrket an jî cihê kar, EQ, fersendê ji we kursiyeran re dide ku, hûn perwerdekarên siberojê, dikarin bi rengekî pratîkî di vê perwerdehiyê de rêberî bikin. Saziya Kardîtinê (Agentur für Arbeit) xerca mehane ya EQ-ê wek kardêr, cardin li we vedigerîne û ji bo sîgorteya ewlehiya civakî, xerc, bi tomerî li wê tê dayîn. Lêçûnên karmend û materyalê, wekî şîrket an jî cihê kar ji hêla we ve tê dayîn.

Beşdarên EQyê, dikarin di dema perwerdehiyê de piştgiriyek zêde werbigirin, mînak; di Teoriya di qad û beşa xwe de, hînkirina ziman an jî piştgiriya sosyo-pedagojîk de (her weha hûn dikarin li piştgiriya perwerdehiyê / Ausbildungsförderung/Instrumente amûran binêrin.)

Ji bo zêdetir agahiyan, bi projeyek LATê an jî Saziya Kardîtinê re a li herêma we, bikevin têkiliyê;

https://www.arbeitsagentur.de/unternehmen/ausbildungsbetriebe/einstiegsqualifizierung-arbeitgeber