Asta Têketinê a Biwesf/Bikalîte/Kalîfîkasyon (EQ- Einstiegsaualifizierung)

Asta Têketinê a Biwesf/Bikalîte/Kalîfîkasyon (EQ- Einstiegsaualifizierung)

Asta têketinê a biwesf/bikalîte (EQ), di şîrketekê de, stajeke demdirêj a bi pere ye. Ev bi gelemperî di amadekirina perwerdehiya pîşeyî de tê qedandin. Di serdema EQê de, armanca EQê ew e ku we ji bo naveroka perwerdehiya siberojê, jiyana karsaziya rojane de amade bike.

Di dema EQê de, hûn dikarin di dema perwerdehiyê de piştgiriyek zêde werbigirin, mînak; di Teoriya di qad û beşa xwe de, hînkirina ziman an jî piştgiriya sosyo-pedagojîk de (her weha hûn dikarin li piştgiriya perwerdehiyê / Ausbildungsförderung/Instrumente “ amûran binêrin)

Asta têketinê a biwesf, di navbera şeş (6) û duwanzdeh (12) mehan didome. Di navbera vî wextî de, bi prîmên ewlehiya civakî, hûn tên xebitandin. Di dawiya asta têketinê a biwesf de, ji cihê kar an jî saziyên têkilî ve, bi serîlêdanê, hûn dikarin sertifîkaya xwe werbigirin. (Mînak; IHK, HWK).

Heke hûn asta têketinê a biwesf re alaqedar in, bi projeyeke LATê a li herêma xwe re bikevin têkiliyê; (piştgiriya di cihê xwe/ Unterstützung vor Ort).

https://www.arbeitsagentur.de/datei/dok_ba013243.pdf

https://www.arbeitsagentur.de/bildung/ausbildung/ausbildung-finden-vorbereiten-schaffen