Mafê Mayînê (Bleiberecht)

Mafê Mayînê (Bleiberecht)

Kesên xwedî Belgeya Destûrdayînê ne, der barê ji bo vesazkirina Dema Mayînê, a ji bo wan derbasdar e an na, divê kontrol û ewle bikin. Bingeha bidestxistina mafê mayînê her dem entegrasyoneke civakî û pîşeyî ya domdar an jî pêşbîniyek entegrasyonê ya erênî ye.

Di vesazkirinê de, hin şert û merc hene ku ew şert û merc ev in; divê çavkaniyeke we yî ji bo debarkirina jiyanê hebe, divê hûn astekî baş a zimanê almanî bizanibin û her weha mayîna dema we a li Almanyayê tê nihêrtin. Di bin hin şert û mercan de, ev şert û mercên li jor, carinan ji bo endamê malbatê yên din jî derbasbar e.

Der barê Mafê Mayînê de, hin vesazkirinên girîng wiha ne;

• § 25a Li gor Yasayên Lêrûniştinê (AufenthG) ji bo kesên kamil û gihaştî mafê lêrûniştinê

• § 25b li gor AufenthGê ji bo kesên gihaştî mafê lêrûniştinê

• § 23a li gor AufenthGê serîlêdana Komisyona Rewşên Zehmet

Her weha li Thuringenê, li gor §§ 25a ve 25b AufenthGê, hikmên der barê mafê mayînê de, li Thuringenê bicihanîna van hikman, bi biryarnameyan hatiye diyarkirin. Tora WIR a Thuringenê, ji ber vê armancê materyalek xebatê pêk aniye û pêşniyaran dike;

https://www.ibs-thueringen.de/wp-content/uploads/2023/03/Aufenthalt-25ab.pdf

Ji bo der barê agahiyên serîlêdana Komisyona Rewşên Zehmet a Thuringenê, lînka jêr bitikînin;

https://justiz.thueringen.de/ministerium/haertefallkommission#c7743

Ji bo daxwaza şêwirmendiyê, ji Konseya Penaberan a Thuringenê e.V, lînkê bitikînin; Flüchtlingsrat Thüringen e.V.

Ji bo perwerdehiyê, Belgeya Destûrdayînê û Belgeya Destûrdayînê a ji bo Kar jî, ji bo mafê mayînê cureyek e. Bi van belgeyan hûn nayên dersînorkirin. Bi vê re, mafê rûniştinê ji bo kesên têkildar nîn e û mecbûriyeta terikandina welêt, berdewam dike.

www.bleiberechtstattabschiebung.de li ser vê malperê, "JI DEWSA DERSÎNORKIRINÊ MAFÊ MAYÎNÊ" hûn dikarin agahiyên ixtimala der barê mafê mayînê, bistînin û her weha ev malper, piştgiriya berfirehkirina vesazkirinê dike.

Agahdariya li ser derfeta mayînê dikare li vir were dîtin: https://www.lat-thueringen.de/infoseiten/aufenthaltsrechtliche-aspekte/chancen-aufenthaltsrecht