Xwegîhandina Piyaseya Kar û Xebatan
Xwegîhandina Piyaseya Kar û Xebatan
Xwegîhandina bazara kar, ya ji bo penaberan, bi qismî hatiye sînordarkirin. Kesên xwedî destûra rûniştinê ne, bi giştî bêyî erêkirina Daîreya Koçê/Biyaniyan (Ausländerbehörde), dikarin bixebitin. Ji bo kesên ku ne xwediyê destûra rûniştinê ya daîmî ne (Destûra Rûniştina Demkî- (Aufenthaltsgestatung) û Destûra Rûniştinê ne- (Duldung), xwegîhandina bazara kar girêdayî bi çend faktoran e:
Divê xwedî destûra rûniştinê be
Divê xwedî nêrîn û perspektîfa welatê jê hatiye û welatê lê bimîne be
Li gor cureyê kar; dixwaze perwerdehiya pîşeyî bîstine an na, dixwaze stajê bike an na û dixwaze hospitasyonê bike an na
Dem û wextê lê man û rûniştinê
Rewşa cihê ku hûn lê dimînin; ango cihê ku hûn ewilî lê hatin qebûlkirin, divê ne xaniyekî/cihekî hevpar û komî be, divê hûn di xaniyêkî takekesî/şexsî de bin
Ji bo xwegîhandina bazara kar, belgeya niştecîh/niştecîhbûnê hebe, daku wekî amûrek alîkar were bikaranîn (mînak bi erêkirina Daîreya Koçê, kar). Di hemû cure û şiklên kar de, erêkirina Daîreya Koçê hewce dike (îstisna: ji bilî dilxwazî û hospitasyonê). Tevî vê, ji bo çar salên pêşîn ên mayînê, erêkirina Daîreya Kar a Federal (Bundesagentur für Arbeit) hewce ye.
Ji bo agahî û hewcedariyên giştî yên qanûnî, lînka jêr bitikînin; GGUA Flüchtlingshilfe https://www.einwanderer.net/fileadmin/downloads/tabellen_und_uebersichten/arbeitsfoerderung_und_arbeitserlaubnis.pdf
Ji bo agahiyên der barê perwerdehiyê, lînka jêr bitikînin;
Flüchtlingsrat Thüringen e.V. de
https://www.fluechtlingsrat-thr.de/themen/bildung-und-arbeit
Agahiyên berfireh yên cihêreng yên ji bo xwegîhandina bazara kar ji hêla Paritätische ve tê pêşkêşkirin. Ji bo agahiyan lînka jêr bitikînin;
Ji bo agahdarî û şêwirmendiyeke berfireh, hûn dikarin li herêma xwe bi Projeyek LATê re têkilî deynin.